Biryar e nirxê benzînê bilind bibe
Apr 06 2019
ARK NEWS .. Biryar e nirxê benzînê li herêmên dibin kontirola rêjîma Esed de li Sûryê bilind bibe .
Li gor jêderên ser bi rêjîma Esed ve îro 6/4/2019 ragihandine ku biryar e nirxê tenekeyê benzînê ji 4500 L.S ji bo 9000 lêreyên sûrî bilind bibe .
Li gor heman jêderan ku sîstema kartên zîrek dê werin rakirin ku li gor wan kartan xelkê dikarîn sûdê ji benzînê bibînin û 200 litrî bi dest xwe ve bixin .
Jêderan tekez kirin ku ta niha 5 banzînxane li herêmên dibin kontirola rêjîmê de benzînxaneyên xwe girtne .
Ş.E
370