PYDê zarokek revand bû û îro bi şehîd ragihand

PYDê zarokek revand bû û îro bi şehîd ragihand

Apr 04 2019

Zarokek kurd berê çekdarên PYDê revand bû û niha jî dinava rêzên çekdarên PYDê de şehîd ket.

Ew zarok di pola heftan ya xwendina xwe de bû, dema çekdarên PYDê ku basikê PKKê yê Sûriyê ye ew revand, û îro nûçeya şehîdbûna wî belav bû.

Zarokê bi navê Lewend Elîko, ji dayikbûyê 2002, di sala 2015 de li ser destê rêxistina PKKê û basikê yê Sûriyê (PYDê) hat revand. Lewend (13) salî bû, li gor yasa û pirensîbên navdewletî û her li gor yasaya leşkeriya neçar ya PYDê bixwe jî, temenê vî zarokî na be jibo leşkerya neçar , lê ev ne zarokê yekê û yê dawiyê ye , bi hezaran zarokên kurdan ji kur û keçan li ser destê PKKê û PYDê hatine dûr kirin ji xwendina wan û tevilî refên PKKê kirine.

Zarokê bi navî Lewend ji bajarê Qamîşilo bo Qendîlê hat revandin , piştî demekê jibo parêzgeha Dêrazorê birin û tevlî şer kirin û piştre nûçeya şehîdbûna wî ragihandin.

Di dema revandna wî de, bafê wî yê niha koça dawî kiriye û wl demê nexweş û Kêmendam bû, serdana bargehên PYDê wPKKê li Sûriyê kiribû, lê bê mifa bû, îdî her ewe bû çarenivîsa Lewend, mîna çarenivîsa hezarên zarokên kurdan yên ku bidizî hatine revandin , û piştire bi navê şehîd bi ser malbatên wan de hetin vegerandin.

Heta niha jî, çarenvîsa gelek zarokên kurdan ku hatine revandin li ser destên PKKê û basikê wê yê Sûriyê PYDê ne diyare, gelek ji wan tevlî şer li Teqayê, Tepqayê, Dêrazorê û bajarê Minbicê bûne, hemî hewildanên malbatên wan jibo sitandina zarokên xwe ji PKKê beravêtî dibin .

Lewend di temenê xwe yê 17 salî de şehîd ket, lê pirisiyar her ew dimîne, kî û kengê wê vê rêxistina ku tawanên şer û li dijî mrovahiyê derheqê milletê kurdistana Sûriyê de dike û kurdistana Sûriyê ji xelkê wê vala dike , dadghe bike .

435