Deriyê Fîşxabûr hîn girtiye
Apr 03 2019
ARK NEWS .. Ji ber barîna barana bihêz, deriyê navbera Herêma Kurdisatnê, û Rojavayê Kurdisatnê de, hatiye girtin, rastî ziyanê hatiye, û niha di warê dûbare çêkirin, û çaksaziyê de ye .
Jêdereke taybet îro 3/4/2019an ji deriyê Fîşxabûr ji ARKê re ragihand ku aliyên berpirs bi karê dûbare çêkirin, û çaksaziyê radibin, û hîn bi dawî nehatiye, û rê li pêş çûn û hatina xelkê nehatiye vekirin .
Jêderê herwiha dazanîn ku, di dema karê çaksaziyê bi dawî were, rêveberiya deriyê dê xelkê agahdar bike, û rê li pêş çûn û hatinê dê were vekirin .
Ş.E
938
