Penaberek kurdê Sûriyê li Turkiyê bi destê kurdekî xelkê bajarê Sirucê hat kuştin

Apr 03 2019

Duh , roja sê şemmê(2.4.2019), penaberê Kobanê yê bi navê Hemodê Bekir Xelîl li bajarê Tirsosêê yê Turkiyê li ser destê kurdekî xelkê bajarê Sirucê hat kuştin .

Piştî Êrîşa rêxistina terorî DAIŞê li ser bajarê Kobanê bi pêlan xelkê Kobanê wigrê spî koçberî Turkiyê wherêma kurdistanê bûn.

Wpiştî şkestna DAIŞê li Kobanê û tevahîya navçeyê û nha jî nemana wan li Sûriyê jî , lê dîsan milletê Kobanê venegeriyan ser mal û mulkên xwe li Kobanê, tevî ku li Turkiyê û derbederiyê rastî gelek zehmetî , nexweşî û astengiya tên , mîna dûrketina zarokan ji xwendinê û karkirina karkeran û newergirtina kiriya bermaber karê xwe ji aliyê kesên xwedî kar û hêz ve .

Ciwanê bi navê Hemodê Bekir Xelîl jî qurbana mafê xwe bû, dema ku wî kar digel yek ji kurdên Turkiyê ku xelkê bajarê Sirucê bû, dikir, navbûrî daxwaza kiriya xwe li wî xudan karî ku kurdê Turkiyê ye kir , îdî şer dinavbera wan de, derket û kurdê Turkiyê Hemodê kuşt.
Her vê derbarê de, alîgirên PKKê û PYDê li Sirucê bilez milgiriya wî tawanbarê kurdê Turkiyê kirin û bi wê hincetê çend dukan û malên penaberên Kobanê şewtandin û ji wan re gotin Kobanê azade çima hun navegerin Kobanê???.

Pirsiyar li vê derê ewe, gelo ma dem Kobanê azad de û PYDê rêveberîya wê jî niha dike, lê çima milletê Kobanê , Girê sipî û navçeyê kurdî venagerin ser mal , mulk û gundên xwe.

Sê barî milletê Kobanê li Turkiyê dinava kempên penaberityê mîna kempa Elî kor ku 40 hezar penaber li xwe digre , û di nava bajarên Turkiyê de, dimînin, tenê sînor dinavbera wan û bajarê wan (Kobanê) de ye , lê dîsan ew heta vê gavê jiber siyasetên PYDê , milletê kurd razî nebûye vegerin Kobanê û navçeyên xwe.

841