Efrîn .. Kalekî kurd li Şiyê hat revandin
ARK NEWS .. li Efrîna Rojavayê Kurdistanê êdî revandina kal, û pîran, û welatiyên bitemen bûye diyarde, ya herî dawiyê, welatiyekî bitemen li navçeya Şiyê ji aliyê çekdarên Emşat ve hat revandin .
Rêxistina mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe de ragihand, ku çakdarên Sultan Şah, ku bi Emşat têne naskirin, roja Duşemê 1/4/2019an welatiyê bitemen yê bi navê Mihemed Ikaş yê 61 salî ji navçeya Şiyê revand, û berev cihek nediyar ve hat birin .
Li gor heman rêxistinê ku Mihamed Ikaş tu peywendî, û têkiliya wî bi PYDê re tune bûn, û tê gomankirin ku ji bo xwestina pereyan hatibe revandin,.
Ji despêka şerê Efrînê bi dehan binpêkirin di derheqê welatiyên bitemen de hatin tomarkirin, û ta niha tu çare, û sînor ji kiryarên nemirovî re, nehatine dayîn .
Ş.E
496