ENKSê Ekîto pîroz kir

ENKSê Ekîto pîroz kir

Apr 02 2019

ARK NEWS .. Bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbahiyê bi boneya roja Ekîto, şandek ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, seredana Rêxistina Aşûrî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Şanda ENKSê ji her yek ji Mihemed Ismaîl, Nimat Dawûd, û Silêman Oso pêk dihat, û ji aliyê berpirsê Rêxistina Aşûrî Dawûd Dawûd, û endamê Nivîsgeha Cîbicîkar Qiryaqis Kûriyê ve hatin pêşwazîkirin .

Ji bilî pêşkêşkirina pîrozbahiyan bi boneya roja Ekîto de, herdu aliyan hêvî kir ku sala nû bibe sala aştî, û aramiyê li tevahiya Sûriyê, herwiha pêşhate, û guhertinên dawiyê li ser asta Rojavayê Kurdisatnê, û Sûriyê hatin gengeşekirin .

Ş.E

399