Li Efrînê binpêkirin berdewam in
ARK NEWS .. Piştî revandina serokê Encûmena Xwecihî ya EKNSê Husên Îbiş di 31/3/2019, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê welatiyekî bitemen li navçeya Şiyê ji aliyê çekdarên Emşat hat revandin .
Rêxistina mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe de ragihand, ku çakdarên Sultan Şah ku bi Emşat têne naskirin roja Duşemê 1/4/2019an welatiyê bitemen yê bi navê Mihemed Ikaş yê 61 salî ji navçeya Şiyê revand û berev cihek nediyar ve hat birin .
Li gor heman rêxistinê ku Mihamed Ikaş tu peywndî û têkiliya wî bi PYDê re tune bûn û tê gomankirin ku ji bo xwestina pereyan hatibe revandin ji ber ku revandin bûye diyarde bi taybet çakdarên Emşat di binpêkirinên xwe navdar bûne .
Girûpên çakdar bihaneyan li ser welatiyan disepînin da ku xwe bigihînin arman û meremên xwe, ku di Pênşema bûrî de 9 mamoste ji wan rêveberê dibistanê jî hebû bi bihaneya mamostatiyê di dema PYDê de dikirin ji dibistaneke taxa Eşrefiyê hatibûn revandin.
Piştî lêkolîn û vekolînê her neh mamoste ji aliyê wan çekdaran ve serbest hatin berdan .
Li seranserî Efrînê li bajêr û navça û gundên wê kiryarên nemirovî di derheqê kurdên resen yên Efrînê de berdewam in, û rojane binpêkirin têne tomakirin lewma banga derxistina girûpên çekdar û vegera xelkê resen tê kirin .
Ş.E
496
