Çapa yekem ji dîwana Helbestvan ADIL UMER bi Zimanê kurdîhat derxistin

Çapa yekem ji dîwana Helbestvan ADIL UMER bi Zimanê kurdîhat derxistin

Apr 01 2019

Di 27ê Adara vê sala /2019/ çapa yekê ji dîwana Helbestvan Adil Umer bi Navê AZAD E ŞÊRÎN hat çapkirin , Dîwan 24 helbestên corbecor li xwe Digire, li ser welat ,Xak , Azadî û jinê ne.
ADIL UMER kî ye...... ?????

Helbestvan û Zimanas Adil Seyfeddîn Umer li bajarê Dêrikê yê Kurdistana Sûriyê , di malbateke niştiman perwer de ,sala 1950 jidayk bûye.

Yek ji Nivîskar û Rewşenbîrên kurd yê pênûs jêhatî, ku di despêka Ciwaniya xwe de tevlî rêzên Tevgera Kurdî bi berevaniyê di ber doza Milet û Xaka xwe de bûye, herweha girngiyek mezin daye Zimanê Kurdî Di demê ku fişar li ser dihatn kirin ji aliyê Rijêmên deshilatdar ve, ta bûye Yek ji wan kesê çalak di warê zimanê kurdî de....

Xwendna xwe ya seretayî ,amadeyî û navîn li bajarê Dêrkê qedandiye û Xwendina bilind li Zanîngeha Helebê di beşê zimanê Erebî de kiriye,

Helbestvan ADIL UMER di temenê 20 Saliyê de dest bi nivîsandina Helbestê bi herdu zimanê Erebî û Kurdî bi awayekî behremend kir ,û wê Behremendiyê hişt ku Hunermendê nemir MIHEMED ŞÊXO daxwaza Çend helbestekê ji helbestên wî bike da bike stran û bi dengê xwe bêje..., Û despêk bi helbesta – AZAD E ŞÊRÎN – bû , ku nemir Şêxo bi awaz û Dengê xwe strand û Miletê Kurd gelekî ji wê stranê hezkir..

Herweha kar li ser Çend Helbestine din jî dinavbera wan de dihat kirin lê Sergûnkirina Hunermend Mihemed Şêxo û paşê koçbarkirina wî ya zû Hişt ku karê wan neçe serî...

Di salên Heftêyan û Heştêyan helbestvan Adil Umer beşdarî di çendîn Çalakiyê Rewşenbîrî ,Çivakî û Siyasî kir herweha Vîstîvalên helbesta Kurdî.

Helbestvan Adil Umer helbesta bi kêş (wezn û qafiye) bi herdu zimanê Kurdî û Erebî dinivîse ,bi helbestîn xwe yê corbecor behsa Xak ,Milet Şehîd, Azadî Û Rêberên kurda yê dîrokî mîna QADî MIHEMED , BARZANî Û ŞÊX SEÎD dike

Çendîn berhemê wî yê berhevkirî hene lê nehatine çapkirin , Di 27 ê Meha Adarê ya vê sala 2019an çapa yekem ji dîwana wî ya ku ji 24 Helbestan pêk tê li Bajarê Kasl yê Elmanyayê bi navê AZAD E ŞÊRÎN hat Çapkirin ku diyarî Şehîdên kurd û Kurdistanê herweha canê nemir Mihemd Şêxo kiriye, ,, di demê bên de bibiryar e berhemine din ên wî Werne çapkirin…

Helbestvan Adil Umer di dema niha de li kampa Domîz a penaberên Rojavayê kurdistanê li bajarê Dihokê dimîne ,tûşî nexweşiyeke giran bûye û rewşa wî ya tendirustî xirab e.

N.H


971