Li Miyûnixê Lavrov û Pêdirson rewşa Sûriyê gotûbêj kir

Li Miyûnixê Lavrov û Pêdirson rewşa Sûriyê gotûbêj kir

Feb 17 2020

ARK NEWS... Wezîrê Derve yê Rûsiyayê li gel şandiyê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê rewşa Sûriyê gotûbêj kir.

Wezareta Derve ya Rûsiya ragihand, ku di Kongira Ewlehî ya Navdewletî li Miyûnix de Wezîrê Derve yê Rûsiyayê Sêrgî Lavrov li gel şandiyê Netewên Yekgirtî yê taybet ji bo Sûriyê Gêr Pêdirson civiya û di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî û dozên ewlehî yên deverê gotûbêj kirin.

Di heman kongireyê de serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî beşdar bû û li gel serok û serokwezîr û bepirsyarên pilebilind Yên cîhanê civiya û rewşa Sûriyê jî di civînên wî de hat behskirin.

409