Petrol li kolanên Girkê Legê re diherike

Petrol li kolanên Girkê Legê re diherike

Mar 30 2019

ARK NEWS .. Li bajarokê Girkê Legê yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve, petrola xam di nav kolanên bajarokê de herikî, û metirsiya belavbûna nexweşiyan li cem welatiyam çê bûye.

Welatiyekî Girkê Lekê duh 29ê Adara 2019an ji malpera fermî ya Partiya Demoqrata Kurdustan – Sûriya re ragihand ku pirsgirêkek di boriyên hêla Bakur ya petrolê de çê bû, di encamê de petrol li nav kolanan de herikî .

Welatiyê Girkê Lekê hewiha da zanîn ku ew yek metirsiyek li cem xelkê bajarokê çê kiriye, lewma xelk banga çaksaziyê dikin .

Ş.E

371