Welatiyekî Qamişlo di goleke avê de jiyana xwe ji da
Mar 30 2019
ARK NEWS .. Ji ber barîna baraneke bihêz, rabûna lehiyê û kombûna avê, welatiyekî Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, jiyana xwe ji dest da .
Li gor çalakvanan ragihandine ku roja Pênşema bûrî 28/3/2019an ji ber rabûna lehiyê li gundê Til Birak yê derdora Qamişlo welatiyê bi navê Rakan Zebûr di goleke avê jiyana xwe ji dest da, piştî wê bi rojekê tîmên hawerçûnê karîbûn termê wî derxînin .
Rakan Zebûr xelkê gundê Til Stîh yê ser bi bajarokê Til Birak ve yê Bakurê bajarê Qamişlo .
Ş.E
643
