2 Zarokên Belcîkî li kampa Elhol jiyana xwe ji dest dan

2 Zarokên Belcîkî li kampa Elhol jiyana xwe ji dest dan

Mar 29 2019

Hindek jêderên Belcîkî raghandin ku du zarokên xudan regeznameya Belcîkî li kampa alhul li gundewarê hesekê jiyana xwe ji dest dan pişta derxistna wan ji Baxuz ji alyê çekdarên QSDê ve.

Rojnameya Dî murxin ya belcîkî li ser zarê rêxistna Tşîld Fukis diyar kir ku dû zarokên Belcîkî di çend rojên burî de jiyana xwe ji dest dan li kampa Alhol ku yek ji wan temenê wî sal û nîvek bû .

Her li gurî rojnameya navburî ku sedema jiyan ji dest danê xrabiya xwarin û nebuna pîdawistyên tendrustî ku piştre ew zarok hatin veguhestin ji bu nexweşxaneya Hesekê lê bê sud bu .

Li gurî amarên hikumeta Belcîkî tu hejmarên tomar kirî ji zarokên wan re yên ku li Sûrya û Iraqê dimînin nîne lê tê pêşbînî krin ku hijmara wan 162 zarokê be û hindek dibêjn ku bi tenê 115 zarokin piranya wan kêmî şeş salanin.


320