Peywendiya Colanê bi rojhlatî feratê çîye?

Mar 28 2019

Serkirdeyek Kurdê Sûriyê , îro, roja pênc şemmê(28.3.2019), red kir ku çi bazarek herêmî û navdewletî derbarê derketina hêzên Emerîkî ji Rojhilatê Çemê Feratê berambera destberdana rêjîma esed ji Colanê, hevdemî ku hevdîtnên emerîka bi encûmana niştîmanya kurdî li Sûriyê (ENKSê) re derbarê avakirna rêveberyek nû ji herêmê re.

Endamê Polîtbîrûya Partpya Demokrata Kurdistan – Sûriya , Beşar Emîn, got, ew bawere ew nerîna Colan beramber Rojhilatê Feratê tenê hinek gotgot û texmînatin, û pişt bi çi bilgeyek piraktîkî girê nade , û pirsyar dike , eger Colan beramber Rojhilatê Feratê be , erê Qudis li himber çi bû?..

Di van çend rojên bûrî de, gotin belav bû ku bazarek(girewek) herêmê û navdewletî heye ku Emerîka bê deng be û Colanê bide Îsraîlê li himberî ku dest ji Rojhilatê Feratê û Kurdistana Sûriyê berde.

Emîn tekez kir ku , îro ro Emerîka ne hewceyê girew û bazarên wihaye, jiber ku her tişta ku bixwaze dikare bi asanî bike û xizmeta armancên xwe bike.

Derbarê hevdîtnên Emerîka bi ENKSê re li Kurdistana Sûriyê , serkirdeyê Partyê wiha got, ew bawere ew hemî jibo çawenya avakirina rêveberyeke nû ji deveryê re û hemî aliyên ektîv têde bejdar bikin bicêawazî hemî pêkhateyên deverê ve. Û Emerîka di dema niha de dev ji Rojhilatê Çemê Feratê ber nade eger radestî aliyekî din yê dewletên hevpeymanê bike.

Ji aliyê xwe ve jî, wezîrê bervaniyê di Rêjîma Esed de ,Elî 'Ebdulla Eyob, ragihand bû ku Şam wê yan biriya lihevhatinê yan jî bizebira hêzê danûstandinê bi QESDê re bike.

Derbarê bejdarbûna QESDê di rêveberiya Navçeya Aram de, ya ku biryare were avakirin, Beşar Emîn, endamê polîtbîrûya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya got:" gotarên berpirsiyaran nîşan dide ku wê PYDê were dûrxisitin , lê belko beşek ji QESD bejdarî wê rêveberiyê bike".

574