Giropên Çekdar li ‘Efrînê bazirganiyê bimadeyên hişbir dikin

Giropên Çekdar li ‘Efrînê bazirganiyê bimadeyên hişbir dikin

Mar 27 2019

Rêxistinek ya Mafên Mirovan li ‘Efrînê eşkere kir ku Giropên Çekdar bazirganyê bimadeyên hişbir û rêklamê jbo bkaranîna madeyên hişbir dke.

Rêxistina Mafên Mirovan li ‘Efrînê dwe roja sêşemmê(26.3.2019) ragihand ku kiryarên Giropên Çekdar li herêma ‘Efrînê mîna kiriyarên şaxên ewlehyê yên Rêjîma Sûriyê derheqê milletê Sûriyê de ne.

Rêxistina Mafên Mirovan li herêma ‘Efrînê daxuyanyek vê derbarê de belav kir û têde got:" hêjî Giropên Çekdar li ‘Efrînê li ser kiryarên xwe li dijî xelikê ‘Efrînê û berdwame wib hemî cor walavên xwe tûndutîjî derheqê milletê kurd li ‘Efrînê de dke û kiryarên wî mîna kiryarên Rêjîma Esed derheqê xelikê Sûriyê de."

Rêxistinê zelal kir ku Giropên Çekdar mîna Lîwa Şemal amadekaryên çandina madeya heşîşê li navçeya Nebî horî û herdu gundên Şiltah û Mirsawa dike û cutyarên penaber han dide ku heşîşê biçîne.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan daxwaz ji alyên berpirsyar kir ku erkê xwe rabe û kar bike li ser qedexkirna çandina madeyên hişbir jber ku ew yek cvakê jnav dbe û reftarê cvakê berve xrabyê dbe.

Ji aliyê xwe ve polîsên sivîl – beşê nehiştina madeyên hişbir- li navçeya bilbilê dest bi ser welatiyekê xelikê Xota de girt ku komek ji madeyên hişbir û çek hilgirtibû û xwestibû jibo ‘Efrînê veguhêze.

Herwiha rêxistinê di daxuyaniya xwe de gotbu , duh Artêşa Turkiyê çar endamên giropa Himzat li bajarokê Basotê girtbû , jiber kiriyarên wan yên revandinê û qaçaxî kirina madeyên hişbir dirîya çiyayê ElEhlam da ku bighîne herdu bajarokê nbil wizhrayê yên ku dbin kontrola îranê û Sûriyê de.

Rêxistnên bang li milletê ‘Efrînê û penaberan kir ku dûr bikevin ji vî karê metirisîdar û bikaranîna madeyên hişbir jiber ku metrisîyek rasteqîne li ser civakê çê dike.

631