Hewas Egîd: Min di Civîna Desteyê bi Pêdirson re daxwaza Mafên Kurdan kir
Hewas Egîd di Civîna Desteya Danûsitandkara Sûriyê bi şandeyê navdewletî bi Sûriyê Gîr Pêdirson re daxwaz kir ku Mafên Milletê Kurd li ser pirensîpên lihevhatnê bin ne dengdanê be.
Endamê Desteya Danûstandkara Sûriyê derbarê Civîna Desteyê digel şandeyê navdewletî taybet bi Sûriyê Gîr Pêdirson re got:" di dema Civîna me bi Pêdirson re tekezî li ser Doza Kurdî li Sûriyê kir û got Doza Kurdî doza milletekî ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî û dozekî niştîmanî siyasî ye û hewceyê çareseryeke tewafiqê û dadperwer heye, û çê nabe bikeve piroseya dengdanê , yasaya pranî û kemînyê bi çi awayek ."
Herweha Egîd got" navçeya kurdî li Sûriyê ne tenê dûrpêçkiriye di Rojhilatê Çemê Feratê weku ku raghandinê de vê dawiyê tê baskirin, lê Kurdistana Sûriyê heta ‘Efrînê li Rojavayê Feratê dirêj dibe , û kurd ji derveyê herêmên kurdî li gelek bajar û parêzgehên Sûriyê mîna Şamê û Helebê bicih dibin , lewma tê xwestin Doza Kurdî mîna doza milletekî ku çarçoveya sînorê dewleta Sûriyê dijîn , were baskirin."
Hewas Egîd, da zanîn ku tiştên herî xirab ku Rêjîma Sûriyê banga demokratiyê kir û li gor nerîna wê di dengdana destorî ya herdu salên (1973)û(2012), de ku welatyê kurd mîna welatiyên kurdê 'Erebê Sûriyê da zanîn, û ew tişt li ser bac , nasname û dîkomêntên kurd nivîsî û û Sûriya bihemî çand û kiltor û şaristaniyeta xwe ve û bi reng û pêkhateyên xwe ve bi navê pêkhateya 'Ereb hat naskirin û kurd jî mîna hemî pêkhateyên din bi 'Ereb hatin naskirin, û herwiha Egîd serbar kir û got me ji destipêka Şoreşa Sûriyê ve tekezî kirîye û li dijî çareserya leşkerî bûn wme rewş berve çareserîya syasî ajotîye, wew hêjî rijdin li ser bicihikirina biryara navdewletî (2254), daxuyanya cnîf 1 û daxuyan riyad 2".
Di dawîya gotina xwe de , Egîd basa Komîta Destorê û rêkarên girêdayî wê kir û got piroseya destorê wek dergehekê ye jibo piroseya siyasî û divê behsa hemî mijarên din were kirin û bi çi awayekî hilbijartinên demokratî nayên kirin eger jîngeyek hêmin û bê layen nebe û herwiha doseya girtî û penaberan jî pêdviya wan bi atmosfêreke aram û bê layen heye wek gerentiyekê jibo vegera penaberan û azadkirina girtîyan mîna avakirina baweriyekê dinavbera me û rêjîmê de.
Ji aloyê xwe ve şandeyê navdewletî taybet bi Sûriyê Pêdirson tekezyê li ser çareseriya siyasî li ser bingehên biryarên navdewletî derbarê Sûriyê de kir û got divê Sûriyeke nû demokirat û rengureng were avakirin û hemî Sûrî û pêkhate mafên xwe têde werbigirin û ligor destorê.
630
