Efrîn .. Bi dehan ji çekdarên Emşat ji herêmê derket
Mar 23 2019
ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi dehan ji çekdarên Emşat ji herêmê derket û berê xwe dan cihên din .
Jêdereke taybet ji Efrînê ji ARKê re duh 22/3/2019an ragihand ku bi dehan ji çekdarên Emşat ku derdora 15 otombêlî bû bi çek û teqemeniyên xwe ji navçeya Şiyê ya Efrînê derket .
Jêderê herwiha da zanîn ku eger heye berê xwe bide bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê ji ber li wir rewşa amedebaşiyê hatiye ragihandin û nakokî navbera du girûpan de derketiye .
Ş.E
482
