Haco: Herêma kurdistanê ji despêka şoreşa Spriyê de piştgiriya wê kir
Endamê polîtbîroya partya dîmuqrata kurdistan- Sûriya û endamê komîta peywendyên derve ya encumena niştmanî ya kurd li Sûriyê Kamîran Haco raghand ku herêma kurdistanê ji destpêkê ve piştgiriya şoreş û serkirdeyên siyasî yên opizisiona Sûriyê kir .
Haco di beşdarya xwe de di korbenda hewlêrê ya yekem diyar kir ku gelek çaran herêma kurdistanê û çenabê Serok Mesûd Barzanî pêşwazya serkirdeyên opizisiona Sûriyê kirin û piştgiryek siyasî mezn ji wan re pêşkêş kir .
Haco herweha tekez kir ku li kurdistana Sûriyê sê rêkeftin bi serperiştya serok Barzanî hatin îmze kirin bê ku piştgirya alyekî bike , Tevî ku me hest kir ku zerer li encumenê hat kirin di rêkeftina Hewlêr yek de lê me dizanîbû ku ew rêkeftin bi hestekî netewî hatiye nivîsandin .
Haco serbarkir û got ku Herêma Kurdistanê piştgirya me kir bê cûdahî û ev yek ta neha berdewame bi riyêa piştgirya siyasî û vehewandna penaberên me .
Haco da zanîn ku Herêma Kurdistanê li ser astê navdewletî de jî piştgiriya Kurdistana Sûriyê kir û hêvî kir ku ew berdewam bin li ser vê helwesta xwe ya erînî bin .
raman hiso
461
