Iraq: Me 280 çekdarên Daşê yen Iraqî ji QSDê wergirtin

Iraq: Me 280 çekdarên Daşê yen Iraqî ji QSDê wergirtin

Feb 25 2019

Ewdeya raghandna ewlehî Iraqî raghand ku wan 280 çekdarên Da'şê xudan regeznameya Iraqî ji çekdarên Sûryaya dîmuqratîk li Sûriyê wergirtin ku di şerê li dijî Da'şê de hatibûn girtin .

Ewdeya raghandna ewlehya Iraqê di daxuyanyek fermî de raghand ku di şerê dinavbera çekdarên QSDê û Da'şê çekdarên QSDê hejmarek çekdarên biyanî girtin herweha 500 çekdarên xudan regeznameya Iraqî jî hatin girtin .

Daxuyanya navbûrî diyarkir ku weku rêgiryekî li serbest berdana wan ji alyê çekdarên QSDê wan ta neha 280 çekdarên Iraqî ku şer li gel Da'şê dikirin wergirtine .

Navburî eşkere kir ku ew 280 çekdar bi riya du karwanan hatin radest kirin û diyarkir ku ewê berdewam bin heta hemî çekdarên li cem QSDê wergrin.






478