Efrîn .. Dermansazeke kurd hat revandin

Efrîn .. Dermansazeke kurd hat revandin

Feb 24 2019

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê zincîra revandina kurdên Efrînê berdewam e û tu kes ji kiryarên girûpên çekdar bê par namîne, kal û pîr, jin û keç, mêr û ciwan têne revandin û ta niha hijmarek mezin ji xelkê Erînê bê çarenivîs in .

Roja Înê 22/2/2019 an girûpên çekdar dermansaza kurd ya bi navê Ewaş Samî Mihemed ji gundê Qitmê yê navçeya Şera revand û berev cihekî nediyar ve bir.

Li gor jêderan ragihandine ku dermanxaneya dermansaz Ewaş li ser rêya Berîd li navenda bajarê Efrîna Rojava ye û sedemên revandinê û tometên wê nehatine eşkerekirin bi tenê beriya demeke hevjînê wê hatibû revandin û pere li hember serbestberdana wî hatibûn xwestin .

Ş.E

555