Berpirsekî Emerîkî: Em ê 400 leşkerî li Sûriyê bihêlin
Berpirsekî pile bilind di rêveberiya Emerîkî de ragihand ku welatê wî wê 400 leşkerên xwe li Sûriyê bihêle û diyar kir ku ew leşker wê li devera aram ya ku pîwîste li Bakûrê Sûriyê were avakrin belav bibin .
Li gorî ku mîdyayên Emerîkî li ser zarê berpirsekî ku navê wî eşkere ne kirne belav kirne ku 400 leşkerên Emerîkî yên ku wê li Sûriyê bimînin wê li devera aram û bingeha Altenif ya leşkerî li ser sînorê Ûrdinê wern belav krin .
Berpirsê navburî herweha diyar kir ku 200 leşker wê li devera aram wern belav kirin ku eger heye ew hijmar bibe nêzîkî 800 heta 1500 leşkerî ji leşkerên welatên Oropî , ku karê wan avakirna devera aram û çavdêrya wê be .
484
