9 sal bi ser komkujiya Kobaniyê "Şeva Xedrê" re derbas dibin
Îro 25ê Hezîrana 2024an, neh sal bi ser komkujiya Kobanî “Şeva Xedrê” re derbas dibe, komkujî ku bi sedan kurdên sivîl li Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan.
Di nav wan de zarok, jin û extiyar, bi destên terorîstên DAIŞê û hevkarên serkirdayetiya PKKê, û hîn jî çawaniya êrişa terorîstên DAIŞê li dijî xelkê sivîl nehatiyî eşkere kirin.
Hurgoliyên komkujiyê:
Tevî hebûna çend xalên ewlehiyê yên rêveberiya PYDê.
Di sibeha 25ê Hezîrana 2015an de, hejmarek terorîstên DAIŞê, ku ji bajarokê Sirînê yê dikeve başûrê Kobanî dest bi komkujiyê kirin.
Operasyona terorîstî bi komkujiya gundê Berx Botan li başûrê Kobaniyê dest pê kir ta gundên Sûsan, Termik û Bîjan û hin gundên din.
Piştre çekdarên terorîst ber bi navenda bajarê Kobaniyê ve çûn û karîbûn xalên kontrolê yên Asayîşa PYDê derbas bikin û derbasî navenda bajêr bibin û li wir jî li nêzîkî bazara keskayî û deverên derdora nanxaneyê, rêya Helebê, li başûrê Kobanî, rêya Şîranê, li rojhilat û bakurê bajêr, li nêzîkê gumrikê, û nêzîkî nexweşxaneyê û hûn taxên din komkujiyê pêk bînin.
Di komkujiyê de çend şehîd bûn?
Li ser hejmara qurbaniyan nakok hebûn, û di wê demê de tê texmînkirin ku ne kêmî 600 sivîl şehîd û birîndar bûne, li navenda bajarê Kobanî û gundên girêdayî wê.
Li gorî lêkolîneke taybet li ser komkujiyê, bihtirî 400 sivîl şehîd bûne. di nav de zarok, jin, ciwan û mêr jî hene.
-Di nav wan de 211 ciwan û mêr, 98 jin, 74 zarok hene
- 113 sêwî bê bav an bê dê man.
Şehîdên ku hatin serjêkirin û kuştin ji 53 malbatan bihtir bûn.
- Di komkujiyê de zêdeyî 300 kes birîndar bûn.
Li gorî lêkolînê ku hejmar ji vê bihtir e, ji ber ku gelek ji qurbaniyan beriya ku belgename dest pê bike hatin xak sipartin û yên din jî birîndar ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin veguhestin û navên wan bibelge nebûn ji bilî yên ku bê nav hatin veşartin.
Daxwaze vekirina lêkolîneke cidî û zelal ji bo eşkere kirina berpirsyaran û kesên ku destê xwe di komkujiyê de hene.
Tevî ku 9 sal bi ser komkujiya terorîstên DAIŞê re derbas bûne, lê rêveberiya PYDê ti lêkolîn derbarê çawaniya derbasbûna terorîstên DAIŞê li herêmê nekiriye, ji ber ku xelkê herêma Kobanî daxwaza vekirina lêkolîneke zelal dikin.
Gelek pirsên gelê Kurd, bi taybetî malbatên qurbaniyan, pêwîstî bi bersivên zelal hene:
- Kadroyên PKK Heval Şiyar û Heval Hemzê û yên pê re piştî komkujiyê çima winda bûn?
-Çima piştgiriya ku çekdarên PYDê ji hevalên xwe dixwestin piştî bihir 4 demjimêran hatin, tevî ku dûrtirîn xala leşkerî Eyn Îsa bû ku tenê 50 xulekî bi rê ve dûr e.
Pirsên ku nehatine bersivandin û nayên bersivandin, ji ber ku rastiya veşartî ji ya eşkere mezintir e
70