PDK-S pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir
Polîtbîrûya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya” PDK-S” pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî kir bi boneya hilbjartina wî ji aliyê Perlemana Kurdistanê ve weku serokê Herêma Kurdistanê .
Di biroska pîrozbahiya polîtbîrûya PDK-Sê wiha hatiye, polîtbîrûya partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya bi navê partî , serkirdayetiya partiyê , hemî endam û cemawerên niştîman pewer gerimtirîn pîrizbahî li cenabê te dikin bi boneya hilbjartina te wek serokê Herêma Kurdistanê.
Herwiha di biroska partiyê de hatiye, hemî milletê kurd bi hilbjartina ji aliyê perlemana Herêma Kurdistanê ve keyif xweş bû, jiber ku ew hilbijarde jibo Rêbaza Barzanyê Nemire , rêbaza xebat û qorbanî danê û wefadiriyê ye, yê ku hêjî mîna fakterê sereke yê xebata neteweyi kurdî jibo bidestveanîna mafên netewey kurdî , niştîmanî ye û peydakirina demokratiyê jibo milletê kurdistanê ye.
Em wek Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya” PDK-S” bi temamî di wê baweriyê de ne, ku hilbijartina cenabê we wek serokê Herêma Kurdistanê , her ewe ye , ango berdewamî bidestve anîna deskeftên mezine û parastina deskeftên ku cenabê serok Mes'od Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê ya bira jibo milletê kurd û doza kurdî bidestveanîne û hiştî ku rêza milletê kurd û doza kurdî li çavê hemî dewletên cîhanê de were girtin.
Di dawiya biroska partiyê de hatiye , em dûbare ji dil û can pîrozbahiyê li cenabê te dikin , piştevanên tene û tekeziyê li ser piştevaniya xwe jibo te dikin û em di wê baweriyê de ne ku hûn wê serkirdayetyeke hekîmane û tişta ku xêr têde be jibo milletê kurd û doza kurdî bikin.
Herwisa em şanaziyê bi peywendî û têkliya birayetî ya dinavbera herdu partiyên me de dikin û her tu bimînî di xizmeta milletê me û doza me ya rewa de.
Polîtbîrûya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya
28/5/2019.
859
