Qamişlo... Derbidereke Efrînê bû qurbaniya berdana guleyên bêserûber
Jul 08 2021
ARK NEWS... Piştî ku encamên bawernameyên bekeloriya derketin, hin malbatan li bajarê Qamişlo weke derbirîna kêfxweşiyê gule berdan, di encama berdan guleyên bêserûber de, jineke kurd ji derbidrên Efrîna Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Jêderan ji ARKê re dana zanîn ku Zozan Ehmed Elî, ku jineke ducanî ye, duh rastî guleyên bêserûber hat di encamê de bi tundî birîndar bû, û di nexweşxaneyê de ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Jina kurd ji şêniyên gundê Barava yê ser bi navçeya Şera ve ye, temen 29 sal in, li gel malbata xwe li Qamişlo dijiyan.
Ş.E
543
