Serok Barzanî li gel Cêfrî rewşa Kurdistana Sûriyê gengeşe kir
Serok Mesûd Barzanî û şandeke Amerîkî civiyan û di wê hevdîtinê de şanda Amerîkî got, Herêma Kurdistanê yek ji navçeyên herî serkeftî yê Rojhilata Navîn e.
Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Hikûmeta Amerîka kir ku ji Nûnerê nû yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî DAIŞê û Serokê şandê James Jeffery û Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Rojhilata Navîn Joel Rayburn û Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr bi Wekalet û Endamên Tîma Amerîkî ya taybet bi Sûriye pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de rewşa Sûriye û pêşhatên siyasî û meydaniyên dawî û dilgiranî û pêşniyarên li ser paşaroja Kurd li Sûriyê de danûstandina bîr û ramanan kirin û li vî derbarî de tekez li ser hemahengî û karê hevbeş ya di navbera her dû aliyan kirin ev jî bi mebesta dabînkirina aramî û rêgirtina li şer û kavilkarî û her wiha rêgirtina li êş û azarên gelê Kurd li Sûriye ye.
Her di vê civînê de gefên terorîstan ya li ser asayîşa navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û wê yekê dupatkirin ku hemahengî û karê hevbeşê hevpeymanan û Herêma Kurdistanê serkeftin û encamên gelek erênî li têkşikandin û paşvekişandin bi terorê ketiye.
Berdewamiya hemahengiya di navbera her du aliyan û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexda û her wiha proseya siyasiya Herêmê mijareke din a vê civînê bû
469
