Hevpeymaniya Navdewletî hêzên zêde şand bingeha "Rûbariya" li Rojavayê Kurdistanê
Di çarçoveya bihêzkirina hebûna xwe li Sûriyê, hevpeymaniya navdewletî di şandina hêzên zêde de di rêya bejayî û esmanî re bo bingehên xwe berdewam e.
Jêderên ragihandinê yên Sûrî ragihand ku balafireke hevpeymaniyê barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li bingeha Rûbariya ya bi ser bajarê Dêrikê yê rojavayê kurdistanê danî.
Roja Pênşemê jî karwanek leşkerî ya hevpeymaniyê ku ji 30 barhilgirên barkirî bi alavên leşkarî û locistîk pêk dihat giheşt bingeha Til Beyder li gundewarê Hesekê yê rojavayê kurdistanê.
Herweha roja Çarşemê jî balafireke Emerîkî barkirî bi alavên leşkerî û locistîk li bingeha Elumer ya neftê li gundewarê Dêra Zorê danî.
206
