Xêrxwaziya Barzanî xuleke fêrkirina karên destî li kampa Akrê vekir
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li kampa Akrê ya penaberên li sînorê parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê xuleke fêrkirina karên destî vekir.
Xêrxwaziya Barzanî bi rêya kurte vîdyoyekî di tora civakî “Facebook” de ragihand, ku wê xuleke karên destî li navenda (Celadet Bediraxan) ya rewşenbîrî û civakî li kampa Akrê ji hejmarek jin re vekir.
Rahêner Mûna Silêman got: Karên destî ji bo jinan li mal pêwîst in û di warê aborî de jî alîkariya wan dikin.
Ji aliyê xwe ve, jinên beşdar kêfxweşiya xwe bi vê xulê dan nîşan û diyar kirin ku xulên bi vî rengî wan fêrî gelek karên destî dikin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke ne hikûmî ye, di warê mirovî de li Herêma Kurdistanê kar dike, alîkariyan ji peneber, derbider û xwedan pêdiviyên taybet re peyda dike.
90