Qamişlo .. Efserên rêjîmê bi çekan bi hev ketin
ARK NEWS .. Li firokxaneya Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê nakokiyek navbera efserên rêjîmê de dirust bû piştre ew nakokî bû şer û çek li nav firokxaneyê de hatin bikaranîn û hin kes birîndar bûn .
Jêderên xwecihî ji nav bajarê Qamişlo ragihandin ku roja Şemiyê 16/2/2019 ji ber nakokiyekê navbera efserên rêjîmê yên li firokxaneyê şer rûda û aliyên nakokdar çek di nav firokxaneyê de bi kar anîn di encamê de efserek bi pileya Eqîd bi navê Xalid El Ceref birîndar bû .
Derbarê sedemên rûdana şer jêderan serbar kirin ku ji ber çawaniya parvekirina alîkariyên mirovî yên ku ji Netewên Yekgirtî ji bo derbideran têne şandin ew şer rûda bû, ku evserên rêjîmê ji xwe re alîkairyan dibin û li bazarên reş difroşn.
Ş. E
515
