Efrîn .. welatiyekî kurd rastî eşkencê hat
Rojane girûpên çekdar yên li Efrînê di binpêkirinên xwe di derheqê welatiyên sivîl de kûrtir dibin bê ku berpirsên Turkiyê sînorekî ji wan re deynin yan fermandariya çekdarên hikûmeta demkî daxuyaniyên şermezariyê derxînin û ji wan bixwazin Efrînê bi cih bihêlin.
Lê berovajî wê yekê çekdar bi serbestî û azadî karê talankirin û dizî eşkencekirin û kuştinê radibin . Di 14ê/6/2018an de girûpa Sultan Murad welatiyê bi navê Mihemed Ibrahîm binçav kir û li zîndanê rastî eşkenceyê hat û piştî wê bi rojekê ango di 15ê mehê de girûpên çekdar ew serbest berdan lê rewşa wî ya tendirûstî gelekî xirab bû û ji ber wê yekê ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin.
Tomarek dengî ji hevjîna Mihemed Ibrahîm belav bû û kopiyek gehişt ARKê têde tekezî li ser wê yekê dike ku Ibrahîm dema ku di zeviyê xwe de li gundê Xelîlanka yê Bilbilê kar dikir girûpa Ferhan Egîdî ya ser bi Sultan Murad ve binçav kirin û li navenda Bilbilê bi tundî eşkence kirin .
Ji ber lêdana bi hêz Mihemed Ibrahîm ji bo nexweşxaneyekê li Erînê hate veguhestin lê ji ber rewşa tendirûstî ya xirab ji bo nexweşxaneyeke Xazî Entabê hate birin da ku çareseriya xwe bibîne .
Mihemed Ibrahîm xelkê gundê Xelîlanka ye û di karê firotina pelên mêwan de kar dikir û niha rewşa wî ya tendirûstî xirabe. Û hijmarek welatî wek wî hene bê sûç û sedem rastî eşkencê hatine bê ku werin qerebokirin yan kesên bi wî karî rabûne werin sizadan ya dadgehkirin.
ŞÊXO EFRÎNÎ
666
