Hevpeymaniya Navdewletî droneke Îranî li Dêra Zorê anî xwarê
May 21 2024
Piştî rawestandina êrîşên xwe ji Sibatê ve , careke din mêlîsên bi ser Îranê ve dest bi armanckirina bingehên Emerîkî li Sûriyê kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku sîstema esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî duh Duşemê ( 20/5/2024) droneke bi ser mêlîsên Îranê ve li derdora bingeha kêlgeha Konîko ya xazê li gundewarê Dêra Zorê xiste xwarê, bê ku ziyanên wê êrîşê were zanîn.
Ev êrîş yekem êrîş e di meha Gulanê de ji aliyê mêlîsên bi ser Îranê ve li dijî bingehên Emerkî li Sûriyê tê encamdan.
256
