Bazara cil û bergên balê li bajarê Hesekê belav bûye
Dema niha de, rêjeyeke mezin li xelkê bajarî hesekê kirîna cil û bergên balê (angu kevin û nû ) baştir dibînin li cil û bergên nû.
Dukanên cil û bergên balê li bajarê Hesekê belav bûne, ji bazara navendî , heta nava tax û gerekên bajêr .
Xudanê cihek cilên balê li bajarê Hesekê, dibêje:" xwestek li ser bazara me bihtir heye , cûdahîyeke mezin dinavbera buhayê cil û bergên me û yên nû de heye, şelwalek nû bi (8) hezar lêreyê Sûriyê ye hevdemê wê şelwalek kevin û nû bi (1) hezar lêreyê Sûriyê li cem me heye".
Û tîşêrtê ji cawê xwemalî Sûrî tê çêkirin îro bi (8) hezar lêreyê Sûriyê ye û li cem me tîşêrtê biyanî û ewropî heye bi buhayê (700) lêreyê Sûriyê).
Herwiha wî dukandarî got:" daxwaz û kirîn li ser van kelupelên ji dewletên ewropî tê bihtre".
Yek ji kiryaran wiha da zanîn, ji xwe çêkirina clên xwemalî û sûrî ji madeyên xirape yan dema ku mirov bikartihîne, yekser têk diçe, û rewşa dravî ya mllet jî rolê têde dbîne û cil wbergên balê gelek herzantrin ji clên sûrî yê xwemalî û nû.
Kiryareke din got kirîna cil û bergên Balê herzantir û xweşktir û di corayetiya xwe de jî baştrin .
Piştî tevilheviîya rewşa Sûriyê , îdî kuwalîtiya kontrolê li ser çi tiştekî nemaye û îdî kel û pelên ku li Sûriyê tê çêkrin bi kuwalîtî û corên xirap tên berhemhênan .
r.o
608
