Bila serbestberdana Ebdulrehman Apo bibe derfetek ji bo aramiya Rojavayê Kurdistanê

Bila serbestberdana Ebdulrehman Apo bibe derfetek ji bo aramiya Rojavayê Kurdistanê

Dec 17 2018

Bila serbestberdana Ebdulrehman Apo bibe derfetek ji bo aramiya Rojavayê Kurdistanê
Idrîs Hiso
14.Çirya Paşîn(Mijdar) a vê salê Asayişa Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê ku bi Asayişa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tê naskirin Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) serbest berda, piştî ku Apo derdora sal û nîvekê di zindanên Rêveberiya Xweser de derbaskir, bêyî ku tohmetek diyarkirî ji Apo re hebe ji bilî behaneyên bê bingeh ên wek (Apo sivkayî bi xwîna şehîdan kiriye, dixwaze fitnê di nav civatê de biçîne û dezgeha Malbatên Şehîdan doz li ser Ebdulrehman Apo tomarkiriye!)herwiha bêyî ku tu dadgehek pêbawer û xwedan serwerî biryara girtin û zindanî kirina wî bide.

Tiştê ku nerazîbûnek mezin li pey xwe hişt ew bû di dema ku Efrîn dihat dagîrkirin û ceng li dijî hebûna kurdan li wê herêmê berdewam bû, zarok, jin, xort, pîrejin û pîremêr dihatin kuştin û dorpêçkirin û darên zeytûnê dihatin sotandin, têkoşerên mîna Apo ku xelkê Efrînê ye di zindanên Rêveberiyê debû û piştre jî hat radestkirin bo zindanên rêjîma Beşar Esed -wek Apo bi xwe behsdike-, di demekê de ku pêwîstbû kesayetiyên mîna E.Apo di nav gel de bana. Ev kiriyara deselata Rêveberiya Xweser kirî, pirsên mezin di civatê de afriandin û xelk êdî dipirse; Gelo ji berjewendiya kîjan aliyî re PYDê têkoşerên kurd bi heman tuhmetên ku berê rêjîmê ew li ser zindanî dikirin zindanî û binçav dike?!!.

Ji xwe sedemê herî sereke ku Apo li ser hatibû girtin ew bû ku Apo bi azadî û li ser xaka Kurdistan- Sûriyê bîr û boçûnên xwe digotin û rexne li Rêveberiya Xweser dikir ev ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî Apo endamê serkirdayetiya PDK-Sê partiya sereke di Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) de ye ku rikaberiya PYDê dike li Rojavayê Kurdistanê.

Bê guman ne tenê Apo di zindanên Rêveberiya Xweser de bû, û hîna çarenivîsa gelek mirovan bitaybet ew kesên ku rexnê li felsefe û şêweyê hikimdariya PYDê dikin ji alîgirên ENKS ne diyare.

Diyare û ji roja ku PYDê deselata deverên Kurdistanî li Sûriyê bidestxistiye hevbeşekî rasteqîne ji bo birêvebirina wan deveran bi xwe re naxwaze, û çi aliyê ku baweriya xwe bi felsefe û nerîna PYDê neyne, ew dê nikaribe bi azadî karê xwe li Rojavayê Kurdistanê bike, çinku PYDê bi çavên xwe tenê şores, demokrasî, civat, şaristanî û guhertinê dibîne, û ne girînge çendî ew alî yan mirovê ku bi wan re kar dike xwedî bawerî û piroje ye, yan jî xwedan perjewendî ye!, lê girînge nebêje “NA” ev pîvan jî gelekî dorî azadiyên giştî û demokrasiyê ne ku PYDê bi roj û şev bi wan bang dike û hindik maye ku navê demokrasiyê li ser tenûren gundan jî binvîs e, lewma ew dê têkoşerên mîna Apo nikaribin qebûl bikin, Apo, û hevalên xwe ku bi dehên salan xebat li ser vê xakê kirine ji bo bidestxistina azadiyê wê qebûl nekin kes azadiya bîr û boçûnên wan tine bike.

Bi her halî daxwaza gelê kurdistanî ew e ku serbest berdana Apo bibe sedema wê yekê ku deselata PYDê lêvegerekê li xwe bike û kiryarên li dijî azadiya karê siyasî û azadiya derbirîna nerîn û boçûnê ku dezgehên ewlekariyê li wir dikin bike û wan kiriyaran bide rawestandin û pêngavên rijd bavêje ji bo yekrêziya nav mala kurdî, çinku heger ev yek neyê kirin wê ne tenê ENKSê û alîgirên xwe di bin darê zordestiyê de bin ew darê ku niha di destê PYDê de ye, lê ew dar bi xwe wê nemîne û wê darê deselatê têkeve dest dijminê kurdan ku wê demê ne PYDê û ne jî her aliyekî kurdî dê ji tofana deselata di dest dijminan de biflite.

Dema ez bi vî şêweyî dinivîsim, ez ne aliyê din ango ENKSê bê guneh û bê kêmanî dibînim, na lê aliyê deselat di dest de rexne bêhtir li wî dibe, ji xwe ji bo rewş asayî bibe dive ENKSê jî gelek pêngavan ji aliyê xwe ve bavêje û lêvegerekê di riftar û şêwe û riyên xebata xwe de bike û pêgehê xwe di nav gel de qayim tir bike, û xebateke li ser bingehên rêxistinî û zanistî nû bike da ku karibe xizmeta hemû çînên civata kurdî bike û berjewendiyên wan çînan di xebata xwe de berbiçav bigre da ku bi rastî karibe bibe altenatîv ji rewşa niha heyî an jî bikaribe fişarê li deselata ku niha heyî bike û bibe hevbeşekî rasteqîne hevbeşiyek ku bibe hokarê peydabûna aramiyê û cihê dilrehetiya gel li Rojavayê Kurdistanê.

Rojnameya KURDISTAN





Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

973