
Pêderson: Em hêvî dikin Komîteya Destûriya Sûriyê li CINÊV kom bibe
Şandeyê Navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê hêvî dike ku civîna Komîteya Destûrî di nêzîktirîn dem de li Cinêvê were lidarxistin da ku çareseriya kirîza Sûriyê were kirin.
Di çarçoveya hevdîtineke rojnemevanî de Gêr Pêderson Şandeyê Navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê ku di meha Çileya bûrî de posta Şandeyê Navdewletî ji bo Sûriyê wergirtiye ragehand ku ew hêvî dike di nêzîktirîn dem de bikaribe endamên Komîteya Destûriya Sûriyê li Cinêvê kom bike.
Herweha Şandeyê Navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê got ku ew dixwaze civîna endamên Komîteya Destûrî li Cinêvê , dergehekî ji bo destpêkirna danûstandinên rasteqîne ji bo çareserkirna kirîza Sûriyê , û kirîza Sûriyê di rêya diyalogê ve were çaereskirin.
337