Efrîn .. Du welatiyên bitemen rastî lêdan û diziyê hatin

Efrîn .. Du welatiyên bitemen rastî lêdan û diziyê hatin

Feb 16 2019

ARK NEWS .. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê êdê armanckirina kal û pîran bûye diyarde û bi şêweyekî dûr ji mirovahiyê û rewştê her dem û demekê de welatiyên bi temen rastî binpêkirinan ji aliyê girûpên çekdar ve tên ku ew yek dibe cihê şermezarkirina efrîniyan .

piştî armanckirina welatiyê bitemen yê bi navê Elî Qelender bi guleyekê ji aliyê çekdarekî li navçeya Mabeta , du hevjînên bitemen li gundekî navçeya Raco ji aliyê çakdarên Ehrar El şerqiyê ve rastî lêdan û girêdan û diziyê hatin .

Duh 15/2/2019 jêderên xwecihî ji Efrînê ragihandin ku çekdarên Lîwa Husên yên ser bi Ehrar El Şerqiyê ve êrîşî mala welatiyê bi navê Umer Erûs li gundê Kûra yê Raco kir û bi buhaneya pişknînê girt ser mala wî û welatiyê navborî û hevjîna wî da ber lêdanê û bo çend demijmêran girêdan piştre pereyên di mal de ji xwe re dizîn .

Perçevîdoyek li ser torên civakî belav bû tê de Umer Erûs yê 85 salî û hevjîna wî ku ew jî 85 salî ye diaxivin û dibêjin ku 4 demimêran hatibûn girêdan û rastî lêdan hatibû û Di heman vîdoyê de Umer Erûs tekez dike ku kel û pelên mal hamû têkdan û tevlî hev kirin û pereyên wan ku bi tenê ew pere li mal de bûn 450 dolar û 25 hezar sûrî dizîn .

Serbarî armanckirina kal û pîran xort û ciwanên kurd yên Efrînê rastî binpêkirinan tên û her tim daxwaza wan ew e ku girûpên çekdar ji Efrînê werin derxistin û aramî û aştî veger gund û bajêr
.
Ş.E

542