Duhok .. Sê Pêşmergeyên Leşkerê Roj hatin xelatkirin

Duhok .. Sê Pêşmergeyên Leşkerê Roj hatin xelatkirin

Feb 16 2019

ARK NEWS .. Wek wefadariyekê ji bo xebat û tekoşîna hêza Pêşmergeyê Leşkerê Roj di berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de sê pêşmergeyên Leşkerê Roj li parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê hatin xelatkirin.

Di ahengekê de ji aliyê xwendevanên zanîngeha Duhokê duh 15/2/2019 hatibû lidarxistin rêveberiya zanîngeha Duhokê sê ji hêza Pêşmerge Leşkerê Roj yên ku di şere rûbirûbûna çekdarên Heşda Şebî de di sala 2017an birîndar bûne xelat kirin .

Li gor rûpela fermî ya hêza Pêşmergê Leşkerê Roj li ser torên civakî fêsbokê li ser zarê ragihandina xwe belav kiriye ku di ahenga zanîngeha Duhokê de sê pêşmergeyên Leşkerê Roj hatin xelatkitin navê wan jî ev in Amir Ebdulrehman , Xişman Mihmed Şahîn û Husên Hacî Berzo .

Hersê pêşmergeyên navborî di şerê çakdarên Heşda Şabî de di sala 2017 birîndar bûne û ji ber giranbûna birînên wan hin endam ji laşê xwe ji dest dane û ta niha guhadanek tenduristî taybet ji wan re pêwîst e .

Ji bilî Amir Ebdulrehman , Xişman Mihmed Şahîn û Husên Hacî Berzo bi dehan ji ciwanên Rojavayê Kurdistanê di şerê Haşda Şabî de li Rabîa û Zomar navbera şehîd û birîndar ketin ku di wî şerî de eniya Zomar û Rabîa li Duhokê bi destê Hêza pêşmergeyên Taybet ya birêz Mensûr Barzanî û Hêza Pêşmergeyên Leşkerê Roj de bûn û destanek di wî demê de herdu hêzên navborî tomar kir û wek çawa dujmin li Alton Koprê li hewlêrê nakirîbû derbasî Hewlêrê bibe li Duhokê jî wan nehiştin ku Heşd derbasî Herêma Kurdistanê bibe û degîr bike.

Ş.E .

645