Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ji pêşeroja kurdan li Sûriyê derbirand

Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ji pêşeroja kurdan li Sûriyê derbirand

Feb 16 2019

ARN NEWS .. Di çarçoveya seredana xwe de ji bo Miyûnêxê ku roja Çarşemê 13/2/2019 gihiştibû, da ku beşdariyê di Kongira Miyûnêx ya Ewlehiyê de bike, û bi hevdîtinekê bi wezîrê derve yê Rûsiyê, rawêjkarê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe ji pêşeroja kurdan li Sûriyê derbirand.

Beriya Kongira Ewlehiyê li bajarê Miyûnêx yê Elmaniya dest pê bike hevdîtinek navbera Mesrûr Barzanî, rawêjkarê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê, û wezîrê derve yê Rûsiyê Sêrgî Lavrof hate lidarxistin, tê de birêz Barzanî dilxemî, û dilgiraniya xwe ji pêşeroja kurdan li Sûriyê, ji lafrov re eşkere ki,r di heman deman de jê xwest ku Mosko bi rolekê rabe, da ku mafê kurdan li Sûriyê di her çareseriyeke siyasî li welêt de, garentî û parastî be.

Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek fermî derbarê hevdîtinê de tekezî li ser dîtina çareseriyeke aştiyane tê de maf û selametiya kurdan li Sûriyê garentê be kir, herwiha di daxuyaniyê de jî hatiye ku Barzanî ji Moskoyê xwest ku di rêya diyaloga giştî re, ew yek ango gerantiya mafê kurdan were dabînkirin.

Ji bilî rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê birêz Barzanî û Lafrov çawaniya bihêzkirina têkilêyên abûrî, navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê bi û Rûsiyê gotûbêj kir ,û tekezî li ser peywendiyên dîrokî navbera Rûsiya, û Herêma Kurdistanê de kir .

Rawêjkarê Encûmena Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, û serok Mesûd Barzanî, her dem banga yekrêziyê ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdisatanê dikin, û banga danîna sînorekê ji perçebûn, û nelihevhatina wan aliyan re dikin, da ku xwe bighînin rêkeftineke hevbeş, tê de mafê kurdan piştî salên şer li Sûriyê parastî be,

Bi taybet piştî biryara vekişana hêzên Emerîkî ji Rojavayê Kurdistanê, gelek metirsî li ser pêşeroja kurdanli Sûriyê çê bûye û ta niha asoyên sînaroyên li wê derê hîn nediyarin, lewma banga yekrêziyê her roj bilintir bibe .

Ş.E


525