Nêçîrvan Barzanî: Alîkariyên Kuwêtê barê me yê giran sivik kir

Nêçîrvan Barzanî: Alîkariyên Kuwêtê barê me yê giran sivik kir

Feb 14 2019

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Kuwêytê yê li Herêma Kurdistanê, Omer Elkinderî û şanda pê re kir.

Konsulê Kuwêytê, Omer Elkinderî di vê civînê de, ji ber derbaskirina krîzan bi awayekê serkevtî û hewandina hejmareke mezin a koçber û penaberan, destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir.

Omer Elkinderî behsa wan alîakriyan jî kir, ku welatê wî pêşkêşî koçberan dike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî spasiya vê serdanê û hevkariyên mirovî yên Kuwêytê yên bo aware û penaberên li Herêma Kurdistanê kir û di vê bareyê de bi taybetî spasiya rola Mîrê Kuwêytê û konsulê wî welatî yê li Herêma Kurdistanê kir, ji bo peydakirina wan alîkariyên ku barê giran ê ser milê Hikûmeta Kurdistanê sivik kirin.

Di beşeke din a civînê de rewşa siyasî û ewlehiya navçeyê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, serdana herî dawî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û hevdîtina wî li gel Serokwezîrê Iraqê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîran û pêşxistina pêwnediyên Herêma Kurdistanê û Kuwêytê li ser astên cuda hatin gotûbêjkirin.

505