Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî li Hanover tê damezirandin

Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî li Hanover tê damezirandin

Feb 13 2019

Endamên desteya kargêrî ya navenda Barzanî ya Rewşenbîrî li Henover civînek li bajarê folfosborgê di roja yekşemê 10/2/2019 hê li darxistin .

Ev desteya kargêrî weke desteya birêvebirna kar û barên navendê heta kongirê wê yê damezrandinê bê li darxistin .

Ev civîna didwabî û civîna pêşî li bajarê Henoverê hate li darxistin di heyva borîde .

Civîn di demjimêr sisêyê piştî nîvro destpêkir û bi pîrozkirina serokê wê yêşanazî cenabê berêz Mam Elî Qadî Mihemed kurê mezin yê şehîd pêşewa Qadî Mihemed serokê komara kurdistanê li Mihabadê .

Destpêkê rawestanek bê deng li ser giyanê şehîdên kurd û kurdistanê di nav aleyên kurdistanê û di bin sîbera wêneyê bavê rohî yê netewa kurd xudê jê razî Mistefa Barzanî hate destpêkirin .

Piştre mam Elî Qadî di riya watisabê silavek li amadebiwan kir û û hişt civîn destpêbikê Bi amadebûna

1-sefer spîndarî

2-Cemîl Elî

3-Hemîd Brahîm

4-Hişyarê Emerê Lalê

5-Brahîm Elî

6-Salar Kerkokî

7-Cemaledîn Hemê

Her weha ji bo egerên taybet mamosta Aydîn Ronak, mamoste Jemîle Hesen Û mamoste Nedwa Yonis ne amadebîn.

Lê bi riya watisabê tevlî civînê bîn û bîr û boçon û pêšinyarê xwe dane zanîn .

Di civînêde ev babet hatin gengeşekirin :

Li ser sîstema navxweyî ya navendê û çêkirna desteyên kargêrî .rawêjkarî û civakî û belavkirin kar di navbrera endaman de .

Li demjimêr çar û nîv weke vehesînek hate sitandin û piştre dîsa vegeran danûsitandinê û gengeşê li ser wan babetan bi rengek dîmuqratî , hemî navên di desteyande hatin destnîşankirin .

Herweha pêwiste desteya kargêrî her heyv carekî lihev rûnin Û her weha hate erêkirin ku bi çend çalakiyan di heyva adarêde bên kirin ya ku xurî bîranînin .

Her weha aheng û vîstevalên helbestî û hunerî simînerên rewşenbîrî bêne li darxistin .

Di demjimêr heft di heman rojê de civîn bi dawîbî .

Desteyên hatin damezrandin evin

1- Desteya kargêrî neh endamin nav û sipartên wan evin

1-Sefer sipîndarî serokê desteyê

2-Cmîl Elî û Hemîd Ibrahîm komîta aborî

3- Ibrahîm Elî komîta rêvebir

4-Hişyarê Emerê Lalê û Nedwa Yonis komîta helbestvanan

5-Aydîn ronak û Hemîd Brahîm komîta hunermendan

6- Jemaledín Hemê û Jemîla hesen komîta nivîskaran

2- desteya rawêjkarî heft endamin

1-Şêx Melo Hesen

2-Mosa Mosa

3- Salar Kerkokî

4-Zubêr Salih

5-Mehmod Sîno

6-Alaa Berekat

7-Emîra Lewend

3-desteya Civakî

Ji pênc kesan pêktê

1-Selah Resol

2- Bavê Omer

3-Cîhan Cumaa

4-Fatme Miho

5-Nexem dirêyî

Komîta ragehandinê ya Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî

Folfisborg 10/2/2019

668