Rêveberiya Pêşxaburê raghandinek belav kir
Rêveberiya Dergehê Pêşxaburê yê sinorî dinavbera Herêma Kurdistanê û Kurdistana Sûriyê de, ragihandinek jibo xelkê Kurdistana Sûriyê derxist .
Îro, rêveberîya Dergehê Sinorî yê Pêşxaburê biryareke nû derxist û têde maweya serdana Herêma Kurdistanê jibo welatiyên Kurdistana Sûriyê diyarî kir ku berê her welatiyek Kurdistana Sûriyê ku serdana Herêma Kurdistanê bike, jibo wî heye tenê (15)e rojan li Herêma Kurdistanê bimînin, lê nha biryareke nû derket û jibo her welatiyek Kurdistanê Sûriyê heye û dikare heyvekê bimîne, û her kesê zêdetirî wê moletê bimîne dê jibo her rojekê serpêcî û derenig ketinê wê (20) hezar dînarê Iraqê bide weke bac û ew biryar dê roja (17)ê vê mehê ve bikeve warê cihbichkirnê de.
Nûneratiya Encûmana Niştîmaniya Kurdî li Siûriyê li Herêma Kurdistanê kopîyeke ji wê ragihandinê li ser malpera xwe ya tora civakê ya Facebookê belav kiriye û têde daxwaz ji welatiyên Kurdistana Sûriyê kir ku agahdar bin û hişyarbin ji ragihandina wê biriyarê .
Dergehê Pêşxaburê yê Sinorî tê rêvebirin ji alyê Hikûmeta Hêrêma Kurdistanê û ji destipêka Şoreşa Sûriyê ve ew Derge li himber welatiyên Kurdistana Sûriyê vekriye û dixizmeta welatyên Kurdistana Sûriyê û Nexweşan deye û liv û tevegereke bazirganî jî di rêya wî Dergehî re tê kirin û ji alyê Kurdistana Sûriyê ve jî PYDê dergehê Sêmalka yê sinorî birêve dibe.
r.o
539
