2 Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Germiyan jiyana xwe ji dest dan

2 Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Germiyan jiyana xwe ji dest dan

Feb 11 2019

Du penaberên Rojavayê Kurdistanê li navçeya Germiyan a Herêma Kurdistanê ji ber cênêratorekê rastî tengehenasiyê hatin û jiyana xwe ji dest dan...

Di daxuyaniyekê de polîsên Germiyan ragihand ku îro Duşemê 11.02.2019an du ciwanên Rojavayê Kurdistanê ku navê wan eşkere nekirine, bi gaza cênêratorê jiyana xwe ji dest dan...

Li gorî wê daxuyaniyê ku ew ciwan li gundê Lan Sîtî li navçeya Kelarê kar dikirin û vê sbehê ji ber cênêratorê jiyana xwe ji dest dan û niha termê herdu ciwanan li rêveberiya Pizîşka Dadweriyê ya bajarê Slêmaniyê ne.

521