Lêkolînin Amerîkî Derbarê Tawanbarkirina Rejîma Esed bi Pêkanîna Tawanên Şer Nêzî Bidawîkirinê Dibin

Feb 11 2019

Kovara "Foreign Policy" ya Amerîkayê eşkere kir ku lêkolînên navnetewî yên ji bo tewanbarkirina rejîma Esed û rêxistina çeteyên DAIŞ li ser pêkanîna tawanên cengê li dijî welatiyên sivîl li Sûriyê dê nêzîk bi dawî bibin, û ev yek hevdem tê ligel nivîsandina xalên dawiyê li ser yasa "Qeyser" ya ji aliyê rêveberiya Amerîka dibe, ji bo sepandina sizayên berfireh li ser rejîma Esed û alîgirên wê.

Kovara Amerîkayê di raporta xwe de li ser zarê sayita "Nîdaa-Sûriya", balê dikşîne ku Komîteya Dadperwerî û lêpirsîna navnetewî (CIJA) di adara bê dê "Lêpirsîna dawiyê û berfireh li ser tawanên dîktatorê Sûriyê Beşar el-Esed" temam bike.

Lêpirsîn palê dide ser bêtir ji 800 hezar birûskên fermî yên çar dezgehên îstîxbaratan û ewlekariyê yên mezin li Sûriyê, yên di destê rêxistinê de ne, û ew bi rêya rêxistinên mafên mirovan li Sûriyê ketine destê komîteyê.
Ev belge piştrast dikin ku ev dezgehên îstîxbaratê bi serperştiya Esed berpirsiyar in di ber kuştina nêzîkî nîv milyon mirovî de, û bi dawîhatina lêpirsînê yekser wê 10 dozgeriyên yasayî li dijî Esed û rêjîma wî û 6 dozên din li dijî rêxistina çeteyên DAIŞê vebin, û tohmetbarkirina wan bi pêkanîna tawanên dijî mirovahiyê.

Hêjayê gotinê ye ku Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Antonio Guterres, daxwaza veguhestina fayilê sûrî ji bo Dadgeha Tawanên Navnetewî kiribû, hevdem ku seroka mekanîzma bêalî û serbixwe ji bo lêpirsînê, Catherine Marchi Oil, par di civîna nefermî ya Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî de, wergirtina 700 hezar belgeyên tawanên şer Ji destpêka şoreşa Sûriyê ragihandibû.

Û tekezî li ser amadebûna mekanîzmîzmê kir ji bo bidestxistina belgeyên zêdetir yên pêkanîna tawanên şer dijî sivîlên li Sûryê.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekeziyê li ser pêkanîna tawanên şer yên fireh li Sûriyê li ser destê rejîma Beşar Esed dike, û wî berpirsyar dibîne di ber kuştina bêhtir ji nîv milyon mirovî bi riya bikaranîna çekên normal û qedexekirî û dorpêçkirina bajar û bajarokan û birçînkirina xelkê û zêdebarî binçavkirin û revandina bi deh hezaran kes, ji bilî koçberkirina bi mîlyonan ber bi derveyî welat.

783