Reqa li dijî HSDê derdikeve raperînê
Xwenîşandan û nerazîbûn li djî çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk li bajarê Reqa û gundewarê wê berifrehtir dibin, ev e du roj in jî asta dijatyê bilintir bûye.
Ajansa Spotnîk ya Rosî belav kiriye ku du çekdarên Sûriyaya Dîmuqratîk îro bi du bombeyên destî ku ji aliyê kesne rûnuxmandî ve hatin avêtin, hatin kuştin, herweha çar çekdarên din jî brîndar bûn.
Li gorî spotnîk ku dewryeke hesedê jî li nava bajarê reqayê rastî armanckirnê hat û zyan tenê madî bûn, herweha li gundê qbir yê başûrê bajarê slûk jî çekdarek hat kuştin û hejmarek çekdarên din jî brîndarbûn.
Meha borî jî li bajarê Elmensûre yê gundewarê Reqayê baregeh û ofîsên HSDê hatin şewtandin û xwenîşandan jî hatin lidarxistin, û dewriyên HSDê ji bo girtina ciwanan ji bo leşkeriya xwe ya neçarî ji aliyê welatiyên wê deverê ve hatin derkrin.
Ji bo rizgarkirna bajarê Reqa, Minbic, Tepqa û gundewarên Dêrazorê, Partiya Yekîtiya Dîmuqratîk PYDê bi hezaran ciwanên kurd ku ji bo leşkeriya xwe ya neçarî revandibûn, kirin qurbanî û şehîdkirin, û di heyama du salên borî de PYDê derdora hezar girtiyên DA'IŞê ku bi tometa alîkarî û endamtiya DA'IŞê hatibûn girtin, ji zîndanên xwe li jêr navê lêborîn û biratiya gelan de serbest berdane.
479
