7 Sal li ser şehîdbûna Dr Şêrzad Hac Elî re derbas bûn
ARK NEWS .. Ji despêka şerê Sûriyê ji sala 2011an de bi hezaran ji çalakvanên kurd û ereb bi destê rêjîmê hatin terorkirin, û beşek mezin di karvedanên nediyar de hatin armanckirin, bi taybet yên ektîv û berçav di xwepêşandana de, ku Dr. Şêrzad Hac Elî yek ji wan kesan e.
Di 9ê Sibata 2012an çalakvan û Dr. Şêrzad Hac Elî, ku bi xwe xelkê gundê Elemdara, yê ser bi navçeya Raco, ya Efrîna rojavayê Kurdistanê, li parêzgeha Helebê bi destê girûpek çekdar, nenas ve hat revandin , piştre ji aliyê heman girûpê ve hat terorkirin, ta niha nehatiye diyarkirin ku aliyên rasteqîne yên li paş wê tawanê kî ne û nehatine eşkerekirin .
Çalakvan Şêrzad di gelek çalakiyên mirovî de beşdar kiribû, û bêberamber, birîndarên ku ji aliyê rêjîm, û şebîheyên wê ve dihatin armanckirin, derman dikirin, bi taybet li Enedan, Hirêtan, û herêmên beşdar di xwepêşandanên li dijî rêjîma Esed de .
Hac Elî endamê Partiya El wehdê bû, û yek ji stûnên hevrêzkarên beşdar di xwepêşandanên dijî rêjîma Esed bû, û di her xwepêşandanekê de, ku di wê demê xwepêşandanên aştiyane bûn pencemora xwe hiştiye .
Dr. Şêrzad derçûyê zanîngeha Helebê bû, û bi karê xwe wek pizîşk di nexweşxaneyên Helebê de kar dikir.
Di 9 Çileya 2012an de, bi beşdariyek mezin ji xelkê Efrîn, û Helebê termê pakrewan çalakvan Şêrzad Hac Elî ji Helebê berev xaka welêr bi rê ket, û li gundê xwe li Elemdara bi xak hat spartin.
Doseya navborî wek doseyek nenas hat tewandin, Û wek wî bi hezaran dose û serpêhatî li benda sizekirin, û dadgegkirina tawanbaran e, lê bi serbilindî kesên wek Şêrzad navê xwe di dîroka kurdî li Rojavayê Kurdistanê de tomar kir, û sal bi sal bîranîna wî bi serfirazî tê behskirin.
Ş.E
672
