Efrîn .. Welatiyekî kurd kuştî hat dîtin
ARK NEWS .. Li navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê welatiyekî kurd di mala xwe de kuştî hat dîtin, û şûna lêdan û eşkenceyê li ser canê wî hebû, bê ku kujerên rasteqîna werin naskirin .
Li gor kesekî nêzîki ji malabatê ku bi xwe li kampa Domîz ya penaberan Rojavayê Kurdistanê dijî, ji ARKê re ragihand, ku welatiyê bi navê Xweşnav Dawûd Pêcşema borî 7/3/2/2019 bi şevê di mala xwe li Efrînê kuştî hat dîtin û li ser canê wî şûna eşkenceyê hebû.
Jêderê tekez kir ciwanê navborî bi tena xwe di mal de bû, û ji demeke dûr ve karê berberiyê li Efrînê li nêzîk navenda ewlehiyê dike, û malbata wî li gundê xwe li Berbenê yê ser bi navçeya Raco bûn, piştî windabûna wî bi du rojan li mal de kuştî hat dîtin, tevî hîn kujerên rasteqîne nehatine naskirin lê pêçî û tilîyên tometê arastey girûpên çekdar têne kirin .
Jêderê hewiha bal kişand ser wê yekê û got ku Xweşnav beriya demekê ji aliyê girûpên çekdar ve hatibû revandin serbarî ku bavê wî yê bi navê Fayîq ji gundê Berbenê hatibû revandin .
Di heman rojê de li dibistana Fêsel Qedûr a kevin, keçeke ereb ji yên li Efrînê hatine bicîkirin gotinên dûr ji reweştêm û nejedperestî ji xwendekarên kurd û gelê kurd re gotin, û ew yek bû cihê şermizariyê lewma Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Efrînê daxuyaniyek şermezariyê belav kir, tê da xwest ku sînor ji kiryarên wiha re werin dayîn.
Li aliyekî din li gundê Meydankê yê ser bi navçeya Şera ve çakdarên destê xwe danîne ser gund û bi alîkariya hijmarek ereb darekî çinarê yê temenê wê zêdetir ji 500 salî ye birî û ji xwe re kirin êzing.
Li Efrînê rojane girûpên çekdar bi binpêkirinan derheqê welatiyên kurd de radibin, û li her cihekî rewşên kuştin, revandin, lêdan, eşkencakirin, şewitindin, birîna daran û guhertina demografî berdewam e, û ta niha asoyên bidawîhatina kiryar û binpêkirinan nediyar e, û tu kes nizane kengî dê dawî bi zincîrê were .
Ş.E
520
