ENKS bi Baliyozê Holenda re li Istenbolê civiya

ENKS bi Baliyozê Holenda re li Istenbolê civiya

Feb 08 2019

Duh Pênşemê şandek ji Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi Baliyozê Holenda Jêrard Stîcsêt û Şandiyê taybet ji bo Sûriyê re civiya.

Şanda ENKS ji Mihemed Ismayil endamê Desteya Serokatiyê ya ENKS, Ebdulbasit Hemo cîgirê serokê Kiwalisiyona Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê û Ebdula Gedo endamê Desteya Siyasî ya Kiwalisiyonê pêk dihat.

Di civînê de rewşa ENKS û giringî û rol û dîtina wê derbarê pêşhateyên siyasî li navçeyê û rewş û azarên Gelê Kurd û navçeyên Kurdî li Sûriyê herweha beşdariya ENKS di proseya siyasî li gorî Cinêvê hatin gengeşekirin.

Ji aliyê xwe ve Baliyozê Holenda dilxweşiya xwe bi wê civînê û naskirina rewş û rol û dîtina ENKS ji nêzîk ve anî ziman herweha got ku ew ê dîtina ENKS derbarê pêşhateyên Sûriyê bo welatê xwe veguhêzê.

477