ENKSê kar ji bo ektîvkirina rola Encûmenên Xwecihî li hundirî welêt dike

ENKSê kar ji bo ektîvkirina rola Encûmenên Xwecihî li hundirî welêt dike

Feb 05 2019

ARK NEWS .. Bi mebest û armanca ektîvkirina rola encûmenên xwecihî li hundirî welêt li Rijavayê Kurdistanê , Nivîsgeha Karûbarên Encûmenan civînek li dar xist , civîn bi serokatiya Muhsin Tahir û endamtiya Seîd Naso û Mehmûd hac Elî û serokên encûmenên xwecihî ji her ji Dêrik, Girkê Lekê, Çil Axa, Tirpespiyê, û Sinciq hat lidarxistin .

Di despêka civînê de, beşdarbûyan xuleke bêdang li ser cane pakrewanên kurd û Kurdistanê, û cane Berzniyê nemir rawestiyan .

Piştre rewşa rêxistinî ya her 5 encûmenên xwecihî û astengiyên ku têne li pêşiya wan û hewildana dîtina çareyên ji kok de ji bo wan encûmenan hate nemayşkirin û gengeşekirin .

Di vê derbarê de Serokê Encûmenên Xwecihî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mushin Tahir tekezî li ser ektîvkirina rola encûmenên xwecihî û şaxên bi ser ve li her kolan, navçe, bajarok, û gundê bi ser ve li herêma rojhilat ya her pênc encûmenên navbûrî kir .

Ji aliyê siyasî ve Tahir ronî xiste ser pêşhateyên siyasî û meydanî ya kirîza Sûriyê, bi taybet piştî biryara vekişana hêzên emerîkî ji Rojhilatê Çemê Feratê li Rojavayê Kurdistanê, û sînaroyên li pêş wê herêma û mijara tê behskirin ya girêdayê bi dirustkirina herêmeke ewleh di mehên bê de gotûbêjkirin.

Herwiha di civîna xwe de Muhsin Tahir tekezî li ser rola girîng ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di pêşeroja herêmê û Sûriyê bi giştî kir, ameje jî bi qedirgiraniya gelerî ya encûmenê di nav gelê kurd û pêkhateyên herêmê ji ereb, siryan, kild û aşûriyan kir .

Navbûrî bal kişand ser rola hêzên Pêşmergeyên Roj ku beşê leşkerî ya ENKSê ye û çawaniya meşq û rahênan wan di salên bûrî li ser hemû çekan, û çespandina navê xwe û serkeftinên wan di sere mezintirîn û xeraptirîn rêxistina DAIŞ a teror kir .

Di dawiya civîna Encûmenên Xwecihî de Serokê Encûmenên Xwecihî Musin Tahir ameje bi rola bi hêz ya serok Mesûd Barzanî li hember kirîza Sûriyê, û rawestandina wî li kêêek gelê Sûriyê bi giştî û gelê kurd bi taybetî kir .

Ş.E

977