PYDê sekreterê Partiya Çep a Kurdistan - Sûriya serbest berda
ARK NEWS .. Çekdarên PYDê di 2/2/2019 endamekî Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê revand û berev ciheke nediyar bir .
Li gor agahiyan ku Mehmûd Mela endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û sikreterê Partiya Çepa Kurdistanê – Sûriya ji aliyê çekdarên PYDê ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hate girtin û revandin û piştî rojekê serbest hat berdan.
Di vê derbarê de Partiya Çepa Kurdistanê – Sûriya daxuyaniyek belav kir tê de hatiye ku şeva Şemiyê girûpek çekdar ji şeş otombîlan pêk dihat derdora demijmêr 11 şevê êrîşî mala Mehmûd Mela kir û girtin sala mala wî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û li bin geva çekan ew hate revandin û hemû telefûnên di mal de birin .
Herwiha di daxuyaniya partiya navbûrî de kiryarên PYDê ji girtina sekreterê Partiya Çepa Kurdistanî – Sûriya Mehmûd Mela şermezar kir û berpirsaretiya tendrustiya wî xiste sitûyê PYDê de û daxwez kir ku serbest were berdan .
Ji aliyê xwe ve Raman Mela kurê Mehmûd Mela beriya bavê serbest were berdan ji ARKê re ragihandibû ku tu agahî û zaniyarî li ser çarenivîsa bavê wî tune ne û nizanin ku sedemên girtinê û tometên arastey wî hatine kirin çi ne .
Piştî rojekê ji revandinê Mehmûd Mela endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û sikreterê Partiya Çepa Kurdistanê – Sûriya duh 3/2/2019an de serbest hat berdan .
Revandina sekreterê Partiya Çepa Kurdistan Sûriya yek ji zincîrên kiryarên revandina siyasetmedar û çalekvanan ji endam û alîgirên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ne ku ji despêka deshelatdariya PYDê ji herêmên kurdî li Rojavayê Kurdistanê re bi dehan ji serkirde û endam û alîgirên ENK-Sê û PDK-Sê bi destê PYDê hatine girtin û ta niha hin nav li cem wan bi çarenivîsin .
Ş.E
908
