Hevdîtin navbera şanda oposizyona Sûriyê û ENKSê de
ARK NEWS .. Şanda Desteya Danûstandkara Oposizyona Sûriyê seredana navenda Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî kir û gelek mijar gotûpêj kirin .
Şand ji her yek ji serokê desteyê Nesir El Herîrî û endamên desteyê Ibrahîm Biro, Hewas Egîd, Qasim EL Xetîb, Ruba Ebûş û Ebdulcebar Igêdî pêk dihat û ji aliyê serokê nûneratuya ENKSê Newar Reşîd û endamên nûneratiyê hatin pêşwazikirin .
Di wê hevdîtinê de pêşhateyên siyasî yên dawiyê û helwêstên welatên navdewletî û vekişana hezên emerîkî û mijara destûrê û vegera penaberan hatin gengeşekirin .
Endamên Nûneratiya ENKSê tiştên ku li Efrînê rû dane û rû didin ji binpêkirinan derheqê welatiyên Efrînê gihandin şanda desteyê û behsa pêwîstiya derxistana girûpên çekdar û vegera derbideran ser mal û milkên xwe hat kirin.
Ş.E
556
