MSD : Em ne dujminê Turkiyê ne û têkiliyên me bi itîlafê re nehatine birîn
ARK NEWS .. Nûnerê Encûmena Sûriya Demoqratîk li Waşintinê ragihand ku peywendiyên me bi hevpeymaniya niştîmanî ya opozisyona Sûriyê di her demekê de hebûn û MSDê bi niyaze di pêşerojeke nêzîk de têkeve diyalogên zindî bi Turkiyê re .
Besam Ishaq nûnerê MSDê li Waşintonê ji tilfizyona K24re tekez kir ku em ne dujminê Turkiyê ne û tu carî me metirsî li ser ewlehiya Turkiyê dirust nekirye û em bi niyazin danûsitandinên zindî bi Turkiyê û ne di rêya navbênkaran re vekin .
Navbûrî serbar kir ku pirsgirêkek bi Turkiyê derbarê dabînkirina sînorê ji herdu aliyan de heye û em kar ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê dikin û di heman demê de em dixwazin pirsgirêkan bi şêweyekî zindî bi rêjîma Sûriyê re di rêya diyalogan re çareser bikin û ew rûnştin ne di rêya navbênkaran re be ji ber ew qonax bi wê yekê guncaw e .
Besam Ishaq herwiha bal kişand ser ku danûsitandinên berê bi Enqera û Şamê re ku herdem di rêya navbênkariya Rûsiyê û Emrîka de bûn lê em bi hêvîne têkevin diyalokên zindî de .
Ishaq herwiha tekez kir ku Encûmena Sûriya Demoqratîk amedeye bi opozisyona Sûriyê ya derve di nav de Hevpeymaniya Niştîmanî ku bi Itîlafê tê naskirin danûsitandinên zindî bikin ji ber ku em ne bi mejiya birînê re ne û peywendiyên me bi itîlafê re tu carî nehatine birîn û em herdem bi diyalogê di navbera sûriyan de ne .
Beriya niha di seredana xwe ji bo Waşinton Ilham Ehmad hevseroka MSDê heman daxwiyanên nerim derbarê Turkiyê ragihandibû di heman demê de li ser helwêsta xwe wek berpirsên PYDê derbarê hêzên pêşmergeyên Roj rijdin û bê ku tu guhertinê di nepejrandinê vegera wan hêzên pêşmergeyan bo xaka Rojavayê Kurdistanê bikin .
Ş.E
488
