Efrîn .. Rêya Xezewiyê bi herêmên Helebê re vebû

Efrîn .. Rêya Xezewiyê bi herêmên Helebê re vebû

Feb 02 2019

ARK NEWS .. Çekdarên Eniya El Nusra ku niha nav li xwe kirine Desteya tehrîr El şam careke din rêya di navbera Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rojavayê Helebê de vekir .

Li gor jêderên xwecihî ji nav Efrînê ragihandine ku rêya gundê Xezewiyê yê ser bi navenda Efrînê ve û gundê Darit Izê û gundên Rojavayê Helebê Pênşema bûrî ji aliyê çekdarên Desteya Tehrîr EL Şam ve hat vekirin û çûn û hatina otombêlan careke din dest pê kir .

Duşema bûrî ji ber tedbîrên ewlehî û metirsiya derbasbûna terorîstên DAIŞê ji herêmên QSDê çekdarên Desteya Tehrîr EL Şam rêyên ku Herêma Efrînê bi herêmên di bin kontirola xwe de girê dide girtin nexasim rêya Xezewiyê û Dêr Belûtê û ew yek bandorek li ser berbaskirina sûtemeniyê û pêdiviyên jiyanê li ser Efrînê kir .

Ji aliyê xwe jêdereke taybet ji ARKê re tekez kir ku hîn rêya gundê Dêr Belûtê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve girtiye ku ew gund li ser sînorê gundê Atmê yê parêzgeha Idlibê ye û ji beriya hefteyekê hatiye girtin .
Ajansa Îba ya çekdarên Eniya El Nusra li ser zarê berpirsekî ewlekarî belav kiribû ku agahî ji wen re hatine ku hijmarek ji terorîstên DAIŞê berê xwe didin parêzgeha Idlibê lewma bi wan tedbîran rabûn û piştî girtina rêyan jinekê xwe di navenda hikûmeta Hareçûnê de teqand û tê gomankirin ku ji terorîstên DAIŞê be .

Ş.E

542