Ilham Ehmed : Pêwîst e şer navbera me û Turkiyê de bi dawî were
ARK NEWS .. Piştî nepejrandina hevserka hevbeş ya Encûmena Sûriya Dermoqratik ji vegera hêzên Pêşmergeyên Roj ji bo berevaniya xaka xwe li Rojavayê Kurdistanê bikin di heman seredana xwe de bo yekem car amedekariyên xwe ji bo danûstandinan bi Turkiyê bikin da xuyakirin .
Di çarçoveya beşdariyê di semînarekê de li navenda Rojhilata navîn ya lêkolînan li Waşitona paytexta Emerîkayê Ilham Ehmed hevserka hevbeş ya Encûmena Sûriya Dermoqratik rahihand ku pêwîst e dawî bi şer û nakokiyan navbera wan û Turkiyê de were û ew ne aliyek ji şerê li dar li Turkiyê de ne.
Ehmed herwiha bal kişand ser wê yekê ku Emerîka dixwaze rola xwe rabe da ku diyalog navbera wan û Turkiyê de dest pê bike û doseyên navbera herdu aliyan de çareser bikin .
Daxuyaniyên wisa yên fermî ji Encûmena Sûriya Demorqratîk ku baskê siyasî ya QSDê ye û li ser zarê hevseroka wê encûmenê bo yekem car derdikevin û amedekariyên xwe ji bo danûstandinan bi Turkiyê re eşkere dibin .
Heman seredanê de Ilham Ehmed diyar kiribû ku ew hêzên Pêşmergeyên Roj di nav xaka Rojavayê Kurdistanê de napejrînin hêzên ku ji kur û keçên Rojavayê Kurdistanê pêk tê û ji despêka Şoreşa Sûriyê ji sala 2012an li Herêma Kurdistanê tên meşqkirin û rahênankirin û herdem amedekariyên xwe ji bo çûna xaka xwe didin xuyakirin lê PYDê û peşên wê yên siyasî û leşkerî yên cur bi cur şebîheyên rêjîmê, senadîd , ereban di nav xwe de pêşwaziyê lê dikin lê bi tenê hêzên ku bi akadîmî hatine rahînankirin û di şerê dijî DAIŞê û Heşda Şebî de deşdar kirin napêjrînin .
Ş.E
596
